Li Efrînê di Kanûna 2021ê de 66 kes hatine girtin

Li Efrînê di Kanûna 2021ê de 66 kes hatine girtin

.

A+A-

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di Kanûna 2021ê de 66 kes ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê di raporta xwe de dibêje, grûpên artêşa niştîmanî a ser bi Tirkiyê, di Kanûna 2021ê de 66 kes li Efrînê girtine. Herwiha tekez dike ku hejmara girtiyan ji vê yekê zêdetir e ji ber hinek malbat hene newêrin navên girtiyên xwe eşkere bikin.

Li gor heman çavkaniyê, ji destpêka kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, wan girtina 8 hezar û 179 kesan belge kiriye, ji wan hezar û 635 girtî hatine êşkencekirin, 174 girtî hatine kuştin û 5 hezar û 430 girtî jî hatine berdan, lê heta niha çarenivîsa yên mayî ne diyar e.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê eşkere kir ku hejmara wan kesên bi rêya fidyeyê hatine berdan gehiştiye 335 kesan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin