Li Efrînê di heyama mehekê de 44 kes hatine girtin

Li Efrînê di heyama mehekê de 44 kes hatine girtin

Li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê di meha Çile ya 2020an de 44 kes ji alîyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve hatine girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê ragihandîye ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê, di girtin û revandina welatîyên sivîl de, li Herêma Efrînê berdewam in.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan nîşan bi wê yekê daye ku ji destpêka Çileya 2020an ve heta 31ê heman mehê, 44 welatî ji alîyê grûpên çekdar ve, li Efrînê hatine girtin, hejmar ji wê yekê jî bêhtir e, lê ji ber tirsa xelkê li ser çarenivîsa girtîyan, hemû nav nehatine ragihandin û malbatên wan newêrîbû navên wan eşkere bikin.

Çend girtîyên din jî hene, lê hejmara wan nehate naskirin, herwiha 2 kesan li jêr îşkenceyê canên xwe jidest dan.

Di heman demê de, li gorî navenda navborî, hate belgekirin ku bêhtir ji 25 girtîyan tûşî îşkenceyê bûne.

Ji 18ê Adara 2018an ve welatîyên sivîl li Herêma Efrînê li ser destên grûpên çekdar têne girtin, îşkencekirin û kuştin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin