Li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê 4 kes revandin

Li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê 4 kes revandin

Çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê bi armanca standina pereyan ji wan, 4 welatîyên Kurd ên Efrînê revandin.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, duhî 8ê Tîrmehê grûpa çekdar a bi navê Polîsa Serbazî 3 kes bi tometa pêwendîya wan bi Rêveberîya Xweser re hebûne ji gundê Çolaqa revandin û birin navenda Nahîya Mabeta û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirin.

Ragihand jî, li gundê Hesendêra yê navçeya Şera çekdarên grûpa Ehfad bi awayekî hovane li xortê bi navê Selîm Sîdo Hemze dan û piştre jî xistin girtîgehê.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ve, çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê bi hezaran welatîyên sivîl ên Efrînê bi tometên cuda revandine û çarenivîsa hejmarek mezin ji wan jî heta niha ne dîyar e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin