Li Efrînê çekdaran 6 kes girtin

Li Efrînê çekdaran 6 kes girtin

.

A+A-

 Grupên çekdar yên girêdayî Tirkiyê 6 welatiyên Kurd li Efrînê girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ew 6 welatî, doh ji navçeyên cûda yên Efrînê hatine girtin ku 2 ji wan jin in.

Heman Navendê eşkere kir ku di dema girtina wan welatiyan de, çekdaran malê wan jî talan kirine û derî û pencereyên malê jî şikandine. Heta niha sedem û cihê girtina wan nayê zanîn.

Li gor amarên ku Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê belge kirine ji destpêka îsal ve heta niha 639 kes li Efrînê hatine girtin ku di nava wan de 11 zarok, 34 jin û 198 nexweş hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin