Li Efrînê binpêkirinên Tirkîyeyê û komên girêdayî wê zêde dibin

Li Efrînê binpêkirinên Tirkîyeyê û komên girêdayî wê zêde dibin

Li devera Raco ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, binpêkirinên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê zêde dibin.

A+A-

Li gor rêxistin û saziyên ku pinpêkirinên wan grûpan li dijî xelkê herêmê bi belge dikin, ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, derbasî herêma Efrînê bûne û dest danîne ser, kiryarên dizî, talankirin,  girtin, revandin û kuştinê ranewestiyane û binpêkirin bi şêweyekî sîstematîk berdewam in.

Rûdawê ragihand, Li gundê Meydan Ikbisê yê ser bi devera Raco, çekdarên Feyleq el-Şam 6 kes girtine. Welatiyên ku li ser destê çekdarên grûpa navborî hatine girtin 3 jin û 3 mêr in. Her sê jinên girtî, Emîne Hisên 63 salî, Emîne Ekaş 50 salî ye û Emîne Omer in.

Ji gundê Penêreka jî bi ser heman deverê, çekdaran welatiyek girtiye, lê tu zanyarî derbarê nasnameya wî de nehatine zanîn. Roja 2yê Nîsanê li nahiyeya Şera, çekdarên grûpa Lîwaya El Mûtesim welatiyê bi navê Reşîd Sebrî girtine. Reşîd Sebrî 54 salî ye û xelkê gundê Mişelê yê ser bi devera Şera ye.

Li gundê Elî Jaro jî, ser bi devera Bilbilê, welatiyê bi navê Şêrhat Oso du caran hatibû girtin û îşkencedan. Di encama îşkenceya dijwar de, rewşa wî ya tendirustî pir xirab bûbû û jiyana xwe ji dest daye.

Li gor rêxistin û saziyên mafên mirovan li Efrînê, hejmareke mezin ji girtiyên ku ji salekê ve li deverên cuda yên herêmê hatibûn girtin winda ne.

Heman rêxistin û sazî tekez dikin ku hejmarek ji wan girtiyên ji bo zîndanên Tirkiyê hatibûn veguhestin, lê beşeke mezin ji wan li zîndanên bajarê Izaz û bajarokê Raî yê li bakurê Helebê girtî ne.

Li alîyekî din, li dijî binpêkirinên di derheqê Kurdên Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de, 36 rêxistin û saziyên mafên mirovan û civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku destwerdanê bike û kiryar û binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê rawestînin.

Di daxuyaniyê de ku duh pêncşemiyê hatiye belavkirin da, her 36 rêxistin diyar dikin ku di dema dawî de binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi hikûmeta demkî û Hevpeymaniya Opozisyonê ve li dijî xelkê Efrînê zêde bûne.

Her 36 rêxistinan ew kiryarên li hember xelkê Efrînê şermezar dikin û berpirsyariya girtina xelkê dixin stûyê Tirkiyê û daxwaza berdana wan dikin.

Ew rêxistin herwiha daxwaz ji civaka navdewletî dikin daku destêwerdanê bike, wan kiryar û binpêkirinan rawestîne, rê li pêş vegera xelkê veke û parastina navdewletî ji bo herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistana peyda bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin