Li Efrînê 5 Kurdên din hatin revandin

Li Efrînê 5 Kurdên din hatin revandin

.

A+A-

Li navçeya Şêrewa ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 5 Kurdên sivîl ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê 5 welatiyên din ên sivîl li gundên Basûfanê û Birc Heyderê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

Bajarê Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin ku ji wê demê heta niha bi hezaran binpêkirin li hember Kurdên Efrînê hatine kirin.

Herwiha ji xeynî kuştin, revandin û talana li Efrînê heta niha hatiye kiri, bi demografiya wê jî hatiye lîstîn ku ji ber bicihkirina malbatên ereb niha rêjeya Kurdan ji %97 daketiye %35an.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin