Li Efrînê 4 hemwelatîyên kurd hatin revandin

Li Efrînê 4 hemwelatîyên kurd hatin revandin

Grubên çekdar ên bi artêşa Tirkîyê re Efrîn dagîr kirine, bi armanca standina pereyan ji xelkê Efrînê, rojane hejmarek kes direvînin û lê didin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, li navçeya Cindirêsê, gruba bi navê Polîsa Serbazî pêr 16ê vê mehê welatîyê bi navê Cemîl Mihemed Şakir revand û li hember berdana wî daxwaza 300 hezar Lîreyên Sûrî kir.

Dîyar kir jî, ev cara duyem e Cemîl Mihemed Şakir ji alîyê grûpeke çekdar ve tê  revandin, pêştir jî grûpeke çekdar ew revandibû û piştî 300 hezar Lîre jê standibûn berdabûn.

Wê rêxistina mafên mirovan ragihand jî, roja 16ê vê mehê gruba bi navê Silêman Şah bi ser gundê Kaxurê girt û her yek ji Ehemd Mihemd Hebeş, Welîd Qaziqlî û Hemo Mihemed Weqas revandin.

Amaje bi wê jî de, hefteya bûrî jî heman grûpê herdu bira Welat û Idrîs Hec Elî Epo ji gundê Kaxurê revandibûn û lê dabûn û lingê Welat şikandibûn.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin