Li Efrînê 25 welatiyên Kurd hatin girtin

Li Efrînê 25 welatiyên Kurd hatin girtin

.

A+A-

Di nava heftiyekê de, çekdarên grûpa Siltan Mihemed el-Fatih, 25 welatiyên Kurd ji gundê Mamila yê nahiyeya Raco bi ser Efrînê ve girtine.

Çekdarên Lîwaya Siltan Mihemed el-Fatih ku yek ji grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, ji roja yekê meha Mijdarê ve, çekdarên vê grûpê bi nav gundê Mamila yê nahiyeya Raco ketine. Ew welatiyên Kurd bi kom digirin û fidiyeyê bi dilê xwe li ser wan disepînin.

Fermandarê grûpê ku bi navê Ebû Mehmûd tê naskirin, tevahiya gundiyan ku 280 malbat in agahdar kirine ku divê serdana binkeya emnî bikin da ku lêkolîn ligel wan bê kirin.

Li gorî zanyariyên ku  Rûdawê ji gund bi dest xistine: 15 welatî ji gundê Mamila roja 1ê mijdarê hatin girtin. 1520 lîre li ser her welatiyekî wekî fidiye hate sepandin. Ew her 15 welatî li hember fidiyeyê hatin azadkirin. 10 Welatî ji gundê Mamila roja 6ê Mijdarê hatine girtin. Heta niha ew welatî li cihekî ne diyar girtî ne. Çekdaran wekaletên zeviyan hilweşandine û dest danîne ser %100 dahatê

Hecî Efrînî, çalakvanê siyasî yê Efrînî, ji Rûdawê re ragihandin ku ev demeke rêjeya girtinê li Efrînê zêde bûye û êdî bûye bi kom, û sedemên vê yekê jî aşkere kirin.

Çalakvan siyasî Xalid Hemadê got: “Çima haletên girtinê li herêma Efrînê zêde bûne; yek sedemên aborî ne. Weke hûn jî dizanin niha li Efrînê dema berhevkirina berhemên zeytûnan e. Ji bo fidyeke zêdetir bistînin haletên girtinê li wê derê bêhtir bûne. Duyemn jî sedemên siyasî ne ku di vê dema dawiyê de dewleta dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê ji bo êrişe li ser Rojavayê Kurdistanê di amadebaşiyê de ne.

Ev jî gundê Îska yê devera Şêrewa ye. Çekdarên Feyleq el-Şam ên girêdayî Tirkiyê, ji roja 3yê mijdarê ve, 14 welatî ji nav vî gundî girtine ku 2 ji wan jin in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin