Li Edeneyê teqîn!

Li Edeneyê teqîn!

Li navçeya Yuregirê ya Edeneyê dema ku wesayîta polîsan derbas bûye bombeyek teqîya ye. Li gorî daxuyanîya Walîtîya Edeneyê yek jê polîs 5 kes birîndar bûne.

A+A-

Li navçeya Yuregirê ya Edeneyê dema ku wesayîta polîsan derbas dibe, bombeyek teqîya ye.

Mahmut Demirtaş, Walîyê Edeneyê gotîye, yek jê polîs 4 jê jî welatîyên li derdorê bi giştî 5 kes birîndar bûne. Demîrtaşî ev agahî dane: “Rewşa birîndar an gelekî baş e. Ji bo kontrolkirina rewşa wan ew birine nexweşxaneyan. Rewşa polîsê me jî baş e.”

Li gorî zanyarîyên li ber dest, saet di 07.20 deqîqeyên serê sibê li Taxa Selahattin Eyyubîyî dema wesayîte polîsan derbas dibe, bombe teqîyaye. Di encama êrîşê de ziyan gihiştîye wesayîta polîsan û wesayîtên li derdorê.

Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin