Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin

Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin

.

A+A-

Karkerên kurd ên ku ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Dûzceyê, li mala lê diman bi êrişek nijadperest re rûbirû man. 

Karkerên kurd ên ku ji Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûn navçeya Akçakoca ya Duzceyê, duh bi şev bi êrişa nîjadperestan re rûbirû man. Muhammed Gunel, yek ji wan karkeran e ku me xwe gihand wî û qala êrişa li hember wan pêk hatiye kir. 

Gunel da xuyakirin ku ew beriya mehekê 8 kesên ji Mêrdînê ji bo komkirina findiqan hatine Duzceyê û cama paceya mala ku duh şev lê diman ji nişka ve bi kevirekî ku ji derve hat avêtin hat şikandin. Gunel destnîşan kir ku wan dît ku du kes li ber derî li benda wan in, dema ku derketin ku fêm bikin ka çi qewimiye û van kesan gotiye ew naxwazin karkerên kurd li vir bimînin. 

Gunel diyar kir ku heman kesan gefên wekî "Ger hûn di 10 deqeyan de vî cihî vala nekin, em ê mala we bişewitînin, em ê bi kevir û tivingê werin we” li wan xwarine. Gunel got paşê nêzî 20-30 kesî kom bûne û heqaret li wan kirine û gef li wan xwarin e. 

POLÎSAN GOTIYE HETA BÛYER DERNEKEVE NAÇIN CIHÊ BÛYERÊ 

Gunel diyar kir ku wan li ser vê yekê du caran bi telefonê li polîsan geriyane û rewşê vegotine, lê polîsan gotiye, "Em nikarin werin berî ku bûyerek biqewime" û wî ji ji polîsan re gotiye: “Wê hingê hûn ê werin cenazeyên me werbigirin.” 

POLÎSAN XWESTIYE SER BÛYERÊ WERE GIRTIN 

Gunel da zanîn ku paşê polîs hatine ew birine miduriyeta polîsan û pişt re du êrişkar jî hatine û ne li ser êrişkaran li ser wan lêgerîn pêk hatiye. Gunel got polîsan ji wan xwestiye ser bûyerê bigirin. 

KELÛPELÊN XWE KOM DIKIN 

Gunel diyar kir ku ew hê li mala ku êriş lê hatiye kirin dimînin û hevalê wî Mehmet Furkan Çîçek ji bo îfadeya wî bê girtin birin dozgeriyê û ew niha tiştên xwe didin hev da ku vegerin bajarê xwe Mêrdînê. 

(MA)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin