• Diyarbakır 18 °C
  • Batman 19 °C
  • Hakkari 13 °C
  • Şırnak 18 °C
  • Ağrı 10 °C

Li Duhokê welatiyek 110 hezar dolar dît û piştre ew pere da xwediyê wê

Li Duhokê welatiyek 110 hezar dolar dît û piştre ew pere da xwediyê wê
Welatiyê bi navê Zana Zekî di çenteyekê de 110 hezar dolar dît û li polîsan geriya.

Berdevkê Rêvebiriya Ewlehiya Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re axivî û got: “Welatiyekî me li Evro Cityê çenteyeke ku têde 110 hezar dolar hebû dîtiye û li me geriya. Piştî lêkolînan, me xwediyê çenteyê dît û pereyên wan da wan. Em hîn bûn ku xwediyê diravan, di xaniyê kirê de dijî.”

Hêmin Silêman aşkere kir ku di çenteyê de 54 hezar dolar, bi nirxê 50 hezar dolar zêr û 10 milyon dînara Iraqê hebûye.

Rêvebiriya Ewlehiya Duhokê piştî bûyerê xelata rûmetê pêşkêşî Zana Zekî kir.

Çavkanî: Çavkaniya nûçeyê
Ev nûçe 666 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din
  • Nimûneyeka Çavrêkirî ji Mîrên Baban25 Çile 2018 Pêncşem 13:46
  • Belgeyek girîng ji dîroka Êzdîyan16 Çile 2018 Sêşem 02:56
  • Jinên PAKa Amedê çûn serdana kampa kurdên Êzidî15 Çile 2018 Duşem 11:44
  • Li Silopiyê otobosek qulibî: 9 mirî!12 Çile 2018 În 12:02
  • Tu tahma bajarê bê te sêwî maye tune11 Qanûn 2017 Duşem 06:46
  • Te em hêlan îdol û rêberê kurdîtîya min!11 Qanûn 2017 Duşem 00:32
  • Cejna Şêşims ya Êzdiyan Pîroz be!02 Qanûn 2017 Şemî 13:27
  • Mistefa Gazî kesayetîyekî pir alî bû28 Mijdar 2017 Sêşem 12:43
  • Ji lawan ra26 Mijdar 2017 Yekşem 22:41
  • Xemgînîya Behrê23 Mijdar 2017 Pêncşem 00:19