Li dû Şerefedîn Gurbuz

Li dû Şerefedîn Gurbuz

Ahmet Zîrek

A+A-

ŞEREF !..

 

 

BI ŞEREF !

Te nîv neheqî li xwe kir...

BI ŞEREF ! 

Te nîv neheqî li me kir… 

BI ŞEREF !

Te em êşandin...

BI ŞEREF !

Bi wê  meya xwe ya spî ya saqîyên kloşaran*, te em dibirin, nav dol û gelî û çîyayên dûr û kûr...

BI ŞEREF !

Bi  wê meya xwe ya herî sor ya Parisa kambax, te em dibirin, nav bax û bistanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî... 

BI ŞEREF !

Bi wê  kokteyla xwe ya bi ava porteqalan, te em mest dikirin û te em dibirin nav bingehên algorîtmên jîyana mişextîya bê bin bê ban... 

BI ŞEREF !

Bi wê çaya xwe ya qaçax ya penaberîtîyê, te em dibirin, nav mêvandarî, mêrxasî û evîndarîyên zozanên koçeran…

BI ŞEREF !

Şîn û şahîyan, ken û girîyan û xweşî û nexweşîyan de tu em bûyî û em jî tu bûn… 

BI ŞEREF !

Gava ku em diçûne seredana Qasimlo, Guney, Kaya û Şerefkendî, tu li gel gulên xwe wek fermandarekî bûyî... 

BI ŞEREF !

Gava kû, te sendelyeyên cîvînan bi dil û can rêzdikirin, te em dibirin di nav demên bê wext, ilmên bê hidut û rastîyên xeyalî... 

BI ŞEREF !

Te bi kenê xwe, te em dibirin  nav welatên bêsinor, dînên bêol, axiftinên bê kilam, jîyana bê jîyan û zarokatîya bê zarokatî... 

BI ŞEREF !

Tu rêncberê jîyana nejîyayî bûyî... 

BI ŞEREF !

Te li mala xwe , gûlên mala me sêwî hêlan… 

BI ŞEREF !

Bibe wekîlê silavan, Ji goristana Père-Lachaise heta axa germ ya Seyîd Riza, Nurî Dêrsîmî û Doktor Şivan... 

BI ŞEREF ! 

Kurt û kirmancî, te nîv neheqî li me jî û li xwe jî kir lawikê Dêrsîmî...  

BI ŞEREF !

-Alo L'institut kurde de Paris , bonjour...**

-Désolé , mais je ne suis plus là …

 

Zîrek

 

* Serxweşên Parîsê

** - Elo, rojbaş, Enstîtuya kurdî ya Parîsê

     - Biborin êdî ez ne li vir im...

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
2 Yorum