Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Li dû mêrxasekî de…

A+A-

Roja înê 30yê nîsanê, berêvarê xeberek reş hat. Hevalek me bi gewriya tije girî û bi dengekê lerzandî got, ”Feyyaz çû”… De ka texmîn bikin, bi xebera mirovekî weha ku di jiyana mirov de herdem bêîstisna rolek pozîtîf lîstiye, di kar de, di jiyana sosyal de, di kurdeyatiyê de, di hevaltiyê de û di rêhevaltiyê de. Ezê çewa xwe tarîf bikim, dema ew kêliyên ku ew xebera mirinê, çawa agir xist dilê min û şewitand… 

Gelek caran dema yek wefat dike, hinek dibêjin xwezî min ew nas nekira, lewra ezê ewqesî bi mirina wî/wê neêşiyama. Ez bêsînor xemgîn im bi mirina hevalekî weha pîroz, lê belê  ez ji xemgîniya xwe ne bi gazincim  lewra ez ji bo mirina mêrxasekî hêja ku hemû jiyana xwe dabû doza welatê xwe xemgîn im. 

Ez hezar carî spasdar im û serbilindim ku min mirovek weha dilsoz û hêja mîna Feyyaz Ekmen nas kir û ez xwe gelekî bi şans dibînim ku ev 7-8 salên dawî di jiyana kek Feyyaz de ez bûm yek ji hevalên wî û hizkirên wî. 

Kek Feyyaz Ekmen bi vîrusa corona ya kambax koça dawî kir.

Hemû dost, heval û rêhevalên wî dibêjin: me Feyyazê xwe wenda kir.  Belê Feyyazê me bû… Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin, bi jina re jin, bi extiyara re extiyar bi ciwanan re ciwan bû, diltenik, mutewazî , devliken û herdem positiv bû. Dilê wî yê bi evîna welat disotiya, bi kul bû, lê ne ruyê wî… Herdem dikeniya û îlham dida derûdora xwe.  Digot ‘ez evîndarê doza welat im’, digot ‘Roza xan; Dema mirov evîndarê wê xebat û keda ku miriv dide be û ji hinava dil be, di wî karê ku mirov dike, herdem serkeftiye’. 

Kek Feyyaz Ekmen di hemû jiyana xwe de, bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil ji bo doza azadîya Kurdistanê, ku wek ferdekî, kadroyekî, wek rêberekî, di nav têkoşînê de, bê westan xebat dikir.

Feyyaz Ekmen  yek ji avakarê PAK-Partiya Azadiya Kurdistanê bû ku di sala 2014aê de ava bûye, her weha , Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê jî bû.  

Me hevalekî xwe yê evîndarê welatê xwe wenda kir. Kurdistanê lawekî xwe yê hêja, bi qîmet, dilsoz û dilpak wenda kir. Bi gotina rêhevalên wî; me perçeyek ji dilê xwe wenda kir.

Kek Feyyaz digot jin stûna civakê ne û herdem di tekoşîna ji bo wekheviya jinan di civakê de xebat dikir. Dixwazim peyama kek Feyyaz  Ekmen ya ku 8 ê adarê roja jinan ya îsal ji min re şandibû, bi we re parve bikim. 

”Roza xan, di roja jinan ya navnetewî de, ji we re serkeftin, bextewarî, dilşadî, dewlemendî û  desthilatîyeke hîn  xurttir dixwazim.

Daxwazîya min ew e ku di her şûna   gav avêtinên  we  de  kulîlkek  baharê bişkive!

Dostê we berxwedar, dijminê we bêzar bibin..Jin di dinê de hukimdar bibin...”

 

Min di ciwantiya xwe de ji bavê xwe re sozdabû ez ê herdem ji bo doza welat xebatê bikim, nuha jî ji kek Feyyaz re dibêjîm; Emê wê alaya Kurdistanê û alaya azadîya Kurdistanê ku we tu carî li erdê nexist, ezê deynim ser serê xwe û ramûsim, her di rêya we ya bi rûmet û pîroz de bimeşim.

Dixwazim yek ji stranên ku  kek Feyyaz digot favorita min e, bi were parve bikim. Cara dawî di destpêka nexweşîna wî de linka vê stranê û gotinê wê ji min xwestibû…

Beriya ez kek Feyaz nas bikim, min digot merivê wek kek Feyaz tunene. Lê piştî min ew nas kir, ez fêr bûm ku heye. Lê me zû wenda kir.

Roza Kurd 2021-05-03

 

https://youtu.be/4cSakTjyRP8

 

Meke gazinc ji min hevalê

Kulê min giran ê ji ber dinalî

Biçim ez, rêka min dûr e

Bi qêrîn bi gazinc evîna min kûr e

Çiqas bêjim tu gula min î

Te ji bîr nakim delala min î

Berê xwe didim gundê evînê

Ez diherim ba mem û zînê

Cîhkî ava kim, ezê ji xwe ra

Ji bîr bikim hemû kul û kesera

Çiqas bêjim tu gula min î

Te ji bîr nakim delala min î

Gava min li wir warek ava kir

Dora xwe herder şîn û şahî kir

Destê te bigrim bibim warê xwe

Tev xebat dikin ji bo welatê xwe

Çiqas bêjim tu gula min î

Te ji bîr nakim delala min î

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar