Li Diyarbekirê teqîn; 1 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê teqîn; 1 mirî 5 birîndar

Teqîn li her derê bajêr hatîye bihîstin û polis agahî daye xelkê ku dikare teqîneka din çêbibe.

A+A-

Îro di seat 10.45ê li navçeya Rezan a Amedê li ser cadeya Emekê li avahiya temîratê ya hêzên çevîk a Rêveberiya Ewlekariya Bajêr di dema temîrkirina panzêrê de teqîn çêbûye, li gor agahiyên ewil 5 kes birîndar bûne û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Teqîn li her derê bajêr hatîye bihîstin û polis agahî daye xelkê ku dikare teqîneka din çêbibe.

Herçiqas dihê gotin ku di dema temîrkirina panzerê de teqîn çêbûye jî di vî warî de agahîyên cûda belav dibin û dezgehên resmî jî sebebê wê dîyar nekirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin