Li Diyarbekirê şofêrek li rawestgeha teksiyan kevokan xwedî dike

Li Diyarbekirê şofêrek li rawestgeha teksiyan kevokan xwedî dike

.

A+A-

Hecî Baran hezkirina xwe ya kevokan di dema karê xwe dike didomîne. 

Li rawestgeheke Diyarbekirê, şofêrên texsiyan kevokan jî xwedî dikin, Hecî Baran hezkirina xwe ya kevokan di dema karê xwe dike didomîne. Piştî ku ji bo kevokan li gel rawestgehê hêlînan çê dike, hem bala hevkarên wî, hem jî bala kesên ku di wir de derbas dibin dikşîne.

Hezkrina kevokan ya Hecî Baranê 55 salî di ciwaniya wî de, bi saya bavê wî dest pê dike û tîne ziman ku ew bi kevokan sebra xwe tîne, loma jî, ew her kû ve biçe wan jî bi xwe re dibe. Bi taybetî jî di serdema pandemiyê de ku karê wan kêm dibe, hemû şofêrên li vê rawestgehê bi kevokan sebra xwe tînin.

Hecî Baran tîne ziman ku hezkirina kevokan û ajalan, mirov ji xirabî û kirinên xirab jî dûr dixe. Loma jî wek ku li gelek ciyên Diyarbekirê çanda heskirin û xwedîkrina kevokan heye, bi wî re jî ew hez kirin heye û destpêka heskirina wî ya kevokan çewa dest pê kiriye rave dike.

Şofêrê teksiyê Hecî Baran ji K24ê re diyar kir: “Di sala 1988’an de, rojekê ez bi bavê xwe re çûbûm bazara ajalan, bavê min ji min re kevokeke sipî û yeka sor kirî. Bi wan kevokan ve ez ji kuça derketim û ji hevaltiyên xirab dûr ketim, fêrî beredayî û serseriyî nebûm. Min sebra xwe bi wan dianî. Ji ber heskirina min ya ji bo kevokan min niha aniye li rawestgehê xwedî dikim. Em difirînin, ji wan hez dikim, çêlikên wanin, hêqê wanin li wan xwedî derdikevim.  Vê derê jî ji bo wan xweş e. Zarokên min jî ji vê rewşê razîne, ez bi kevokên xwe dema xwe ya vala derbas dikim û êvaran jî wan dihewînim û diçim malê”

Hezkirina kevokan û xwedîkirina kevokan li Diyarbekirê wek çandeke kevnar e. Piştî Hecî Baran kevokan tîne rawestgehê, hemû şofêrên din jî bi hezkirina xwe ya kevokan dihesin.

Hasan Ulter jî tîne ziman ku ew jî ji zarokatiya xwe ve hezkiriyê kevoka ye û kevok li rawestgehê, ne tenê ji bo wî û şofêran, ji bo gelek welatî û zarokên ku tên û derbas dibin jî ciyê hezkirin û şahiyê ne.

Hasan Ulter dibêje: “Ciyê rawestgeha me ji bo xwedîkirina kevokan guncav e û em jî wî derfetî bi kar tînin. Bi saya Kek Hecî me li vir dest bi xwedîkirina kevokan kir. Hezkirina çûkan ango kevokan em dibînin ku bi gelek kesî re heye. Gelek mişteriyên me bi xwe re ji bo kevokan xwarin tînin. Zarok dema dibînin bi wan kêfa xwe dikin. Em dixwazin beşdarî pêşbirkên kevokan jî bibin û serkeftinekî jî bidest bixin.”

Li gelek bajarên Kurdistanê çanda xwedî kirin û heskirina kevokan heye û gelek caran Jî pêşbirk, festival û şahiyên kevokan tên li dar xistin.

 Siddik Eren (K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin