Li Diyarbekirê pêktina bi koronayê 7 qatan zêde bûye!

Li Diyarbekirê pêktina bi koronayê 7 qatan zêde bûye!

.

A+A-

Tê gotin ku li bajaarê Diyarbekirê, rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê 7 qatan zêde bûye!

Sazî û dezgehên bijîşkên li Tirkiyeyê der barê rewşa belavbûna virusa Koronaya li vî welatî de li Stenbolê li hev civiyan û ragihandin li nexweşxaneyên Stenbol û Enqereyê cîh nemaye ku nexweşên korona werin razandin.

Li Tirkiyeyê piştî sistkirina rênimayan û bi destpêkirina proseya asayîbûnê haletên koronayê li gor demên berê gihiştiye asta herî bilind ku rojane ji zêdeyî 50 hezar haletan tên tomarkirin.

Sazî û dezgehên bijîşkan ku rewşa heyî gelek metirsîdar dest nîşan dikin, bi banga Yekîtiya Tebîbên Tirk li Stenbolê li gel 65 serokên Jûra Tebîbên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa heyî gotûbêj kirin û agahiyên li ser mijarê belav kirin.

Li gor ragihandina Jûra Tebîb a Stenbolê li vî bajarî haletên koronayê gelek zêde bûne ku êdî li nexweşxaneyan ji bo razandina nexweşan cîh nemaye.

Seroka Jûra Tebîbên Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp ji K24ê re got: “Li Stenbolê nexweşxane tev tije bûne êdî kesên bi koronayê dikevin ji bo dermankirinê li pey hev rêz bûne. Rewşa metropolan gelek xerab e. Pêwîst e rayedar proseya vaksînkirinê leztir bike û divê rojane herî kêm 1 milyon kes werin vaksînkirin.”

Li gor Seroka Yekîtiya Tabibên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci polîtîkayên xelet ên rayedaran bû sedema zêdebûna haletan.

Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci dibêje: “Me gelek caran, rayedaran hişyar kir û banga rênimayên pêwîst kir. Lê rabûn rênimayan sistkirin û piştî wê haletên koronayê ji nişka ve zêdetir bûn. Bi hişyariyên xwe yên klasîk welatiyan tohmetbar dikin lê kesên berpirs jî bila li xwe binêrin û kêmasiyên xwe bibînin da ku ev korona zêdetir belav nebe.”

Seroka Jûra Tabîban a Diyarbekirê Elîf Turan bal kişand ser zêdebûna haletên li Diyarbekirê û ragihand haletên koronayê 7 qat zêdetir bûne, beşên nû bo nexweşên koronayê vekirine.

Gelek bijîşk û berpirsên saziyên bijîşkan 15ê Nîsanê bi mebesta cîbicîkirina rênimayên pêwîst li ber Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê dê li hev kom bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin