Li Dîyarbekirê ”Festîvala Çand û Zebeş” hat lidarxistin

Li Dîyarbekirê ”Festîvala Çand û Zebeş” hat lidarxistin

Lê herçiqas zebeş sembola Dîyarbekirê ye jî di warî çandinê de piştî Edena, Antalya û Îzmîrê ew di dora 4ê de ye.

A+A-

Li Hipodroma Dîyarbekirê Festîvala Çand û Zebeş hat lidarxistin. Walîyê Dîyarbekir Huseyîn Aksoy di axaftina xwe de got, Dîyarbekir bi zebeşên xwe li Tirkiyê û li dinyayê bi navûdeng e ; di salên buhûrî de di navbera 15 û 70 kîlo giraniyê de zebeş hatin çandin. Ji bo ku çandina zebeşan teşwiq bikin, pêşbirk sazkirine.

Di pêşbirkê de yê yekemîn bi zebeşêka 29 kîlo 700 gram Mehmed Kaya, yê duyemîn bi zebeşêka 29 kîlo 300 gram Mehmed Bettal û yê sêyemîn jî bi zebeşêka 28 kîlo 700 gram Weysî Koç xelat wergirtine.

Herweha bi navê “Zebeşa Diyarbekir” panelek hat lidarxistin

Di panelê de Midûrê Wilayetê Mistafa Ertan Atalar got ku; Diyarbekir di ziraet û xwedîkirina heywanan de, di nav 10 bajarên Tirkiyê de cîh digre. Dîyarbekir bajêrekî xwedîyê 15 milyon donim erazî ye; ji vê erazîyê 7 milyon donim ji bo ziraetê ye ku di 250 hezar donimê de zebze û 154 hezar donimê de jî mêwe dihê çandin.

Li Dîyarbekirê milyon û 250 hezar pez û 370 hezar jî dewar hene.

Li Dîyarbekirê 11 hezar û 200 hezar gamêş tên xwedîkirin ku ev hejmar di nav temamîya bajarên Tirkiyê de ciyê duyem werdigre.

Li Dîyarbekirê çandina zebeşan li ser 45 hezar donim erd de dihê kirin.

Ji Fakulteya Ziraetê ya Unîwersîteya Dicleyê Cigîr Doç. Songul Akin jî di axaftina xwe de got, di çandina zebeşan de Tirkiye li dinyayê cîyê duyem werdigre. Lê herçiqas zebeş sembola Dîyarbekirê ye jî di warî çandinê de piştî Edena, Antalya û Îzmîrê ew di dora 4ê de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin