Li dijî Yavuz Ekinci doza Newroz û Kobanê hate vekirin

Li dijî Yavuz Ekinci doza Newroz û Kobanê hate vekirin

.

A+A-

 Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi hinceta peyamên Newroz û bûyerên Kobanî yên salên 2013 û 2014an li ser medya civakî hatine belav kirin, doz li nivîskar Yavuz Ekinci vekir.

Nivîskarê Kurd Yavuz Ekinci li ser hesabê xwe ya Twitterê got: “ Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi hinceta daxuyaniya min a piştgiriya Kobanî û peyama Newrozê yên salên 2013 û 2014an, derheqê min de îdîanameyek amadekir û ev jî ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin.”

Ekinci, diyar kir ku rûniştina yekemîn dê 9ê Îlona 2021ê demjimêr 10:00an li Dadgeha Cezayên Giran a 34emîn li Stenbolê bê kirin.

Yavuz Ekinci di 1979an li Mişrita ser bi parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û li Zanîngeha Dîcle ya Ameda Bakurê Kurdistanê beşa mamostetiyê xwendiye.

Çîroka nivîskar Ekinci ya bi navê “Hêjîr” ku di pirtûka wî  ya “Axa Wendayî ya Bûhiştê “ de cih digirt ji aliyê derhêner Tayfur Aydin ve bi navê IZ-Rêç di 2011an de bûye film.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin