Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin

Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatibûn da destpêkirin, li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan heye. Di çarçoveya lêpirsînê de, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û endamên Desteya Rêveberiya Navîndî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.  

BÎLGEN Û ONDER BINÇAV KIRIN 

Hevserokê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê RTUK’ê yê HDP’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur, Endamê berê yê MYK’a HDP’ê Can Memîş, Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Enqerê û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sûreyya Onder jî di nav de gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 

PIŞTÎ DAWETÊ OPERASYON 

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê Yuksel Kocaman di rojên derbasbûyî de piştî daweta xwe çûbû Qesra Serokkomar Tayyîp Erdogan û ew ziyaret kiribûn. Hat diyar kirin ku Kocaman berî salekê ev lêpirsîn dabû dest pê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, dest pê kê îfadeyên Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahhattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin. Demîrtaş ê ji dosyeya ji ber wê girtîbû dihat darizandin tehliye bû, lê di heman rojê de, di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de îfadeya wî hat girtin û derbarê wî de cardin biryara girtinê hatibû dayîn. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin