Li Dêrsimê tomarkirina zarokan li dersa Kurdî zêde dibe

Li Dêrsimê tomarkirina zarokan li dersa Kurdî zêde dibe

.

A+A-

Li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê ku piraniya xelkê wê bi zaravayê Kirmanckî ango Dimilî diaxivin jî dengê xwe tevlî kampanya hilbijartina dersa Kurdî kirin. Ew dibêjin, zaravayê Dimilî li ber mirinê ye û divê dayik û bav dersa Dimilî ji zarokên xwe re hilbijêrin ku ev zarave zindî bimîne. Serokê Şaredariya Dersîmê Mehmet Fatih Maçoglu jî behsa girîngiya zimanê dayikê dike û bang li welatiyan dike û dibêje, ji bo zarokên we fêrî zimanê xwe bibin, dersa Kurdî hilbijêrin.

“Dersa zimanê Kurdî hilbijêrin” ev slogana kampanya, çapemenî, rêxistin û saziyên sivîl e. Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e.

Li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê ku piraniya xelkê wê Elewiyên Kurd in bi armanca vejandina Zazakî ku metirsiya jinavçûnê li ser heye bang li dayik û bavan kirin daku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

Serokê Şaredariya Dersîmê Mehmet Fatih Maçoglu amaje bi girîngiya zimanê dayikê da û bang li welatiyan kir ku bo zarokên wan fêrî zimanê xwe bibin dersa Kurdî hilbijêrin.

Serokê Şaredariya Dersîmê Mehmet Fatih Maçoglu got: “Zimanê me baweriya me ye. Zimanê me di rewşeke dijwar de ye, em dixwazin civaka me zimanê xwe biparêze, zimanê me li vê dinyayê ber bi windabûnê ve diçe û di rewşeke dijwar de ye. Li dibistanan dersên hilbijartî hene. Malbatên me divê ji bo zarokên xwe li dibistanan Zazakî hilbijêrin. Bila li vî zimanî xwedê derbikevin, zarokên me ev ziman ji bîr kirine û naaxivin. Em dixwazin bi vî zimanî biaxivin û xwedî li vî zimanê derbikevin.”

Welatiyên bajêr amaje bi wê yekê dikin ku bo zimanek bimîne û pêş bikeve divê berî her tiştî li nav malê bê axaftin û ev jî erka dê û bavan e ku zarokên xwe fêr bikin.

Welatî Nimet Koç jî got: “Dema zarok fêrî Zazakî dibin, dê hînî Îngîlîzî, Tirkî û hînî zimanên din jî bibin. Divê pêşî zimanê xwe fêr bibin, dema fêrî zimanê xwe bibe qet ji bîr nake. Zarok dema çûn dibistanê û zû fêrî Tirkî bûn, lê zimanê xwe ji bîr nekirin. Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve, dê û bav zarokên xwe fêrî ziman bikin û bila heta 21ê Çile dersa ziman hilbikêrin.”

Welatî Aysel Mencik jî dibêje: “Proseya dersa bijarte 21ê Çile bi dawî dibe. Bila dê û bav ji bo zarokên xwe dersa ziman hilbijêrin.  Du zarokên min jî hene, min nekarî wan fêrî zimanê wan bikim, ev xeletiyeke mezin e. Ji niha û pê ve heta ji destê min bê ez dê wan fêrî zimanê wan ê zikmakî bikim. Zimanê me xweş e, çanda me ye. Eger ziman ji dest derkeve, her tişt ji dest diçe.”

Li gor UNESCOyê ji zimanên ku li ber jinavçûnê ne 18 ji wan li Tirkiyê ne û di nav van zimanan de zaraveyê Zazakî yê zimanê Kurdî jî heye.

Welatî Bulent Yuksel jî wiha axivî: “Divê em zimanê xwe biparêzin. Li cîhanê 18 ziman li ber windabûnê ne û zimanê me jî di xetereyê de ye. Divê me li dijî zilmê li ber xwe bidin, em wêrek bin, zimanê me jî hêja ye, helbest bi zimanê me tê nivîsandin, stranên gelêrî tên çêkirin. Bila em qîmeta zimanê xwe bizanibin û xwedî lê derkevin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin. Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heta 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin