Li Dêrsimê şofêrên minîbusan kar rawestandin

Li Dêrsimê şofêrên minîbusan kar rawestandin

.

A+A-

 Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê şofêrên minîbusan ragihandin ku ji ber bihabûna nirxê mazotê ew bê dem karê xwe radiwestînin.

Li gor agahiyan, şofêrên minîbusan ên li parêzgeha Dêrsimê bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe ji nirxê mazotê karê xwe heta demeke nediyar rawestandine.

Şofêrên ku di navbera taxan de veguhestina rêwiyan dikin dibêjin her roj nirxê mazotê zêde dibe û êdî ew ji karê xwe ti fêdeyekê nabînin û ji ber vê yekê jî biryareke wiha wergirtine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane nirxê sotemeniyê tê zêdekirin û ev jî dibe sedema nerazîbûna welatiyan.

Herî dawî 17ê Hezîrana 2022ê nirxê motorînê 80 quruş hatibû zêdekirin û li Dêrsimê niha nirxê lîtreya motorînê 30 lîre û 46 quruş e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin