Li Dêrsîmê di encama teqînekê de 4 leşker birîndar bûn

Li Dêrsîmê di encama teqînekê de 4 leşker birîndar bûn

.

A+A-

Li Bajarê Dêrsim navçeya Pulur (Ovacık) di encama teqîna bombeyekê de, 4 leşkerên Tirkî birîndar bûn. Ev teqîn dema kelûpelên hêzên çekdar têk dibirin çêbû.

Li Dêrsîmê, serleşkeriya bajar li dijî PKK û hêzên çekdarên çepgir operasyonên berfireh pêk tîne. Di encama lêgerînan de hinek kelûpel hatin dîtin.

Di hewldana têkbirina wan kelûpelan de, bombeyek teqîya û 4 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bûn, bi helîkopteran birin nexweşxaneya Elezîzê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin