Li Dêrsimê dê 30 gund ji nexşeyê bên paqijkirin

Li Dêrsimê dê 30 gund ji nexşeyê bên paqijkirin

Li Dêrsimê li ser hev bendavan çêdikin. Bendav xwezaya xweşik a Dêrsimê talan dikin. Niha jî çiyayên li Dêrsimê ji madenê re vekirin. Hawirdorparêz Haydar Çetînkaya got dixwazin Dêrsimê vala bikin û dê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin

A+A-

Li Dêrsimê li ser hev bendavan çêdikin. Bendav xwezaya xweşik a Dêrsimê talan dikin. Niha jî çiyayên li Dêrsimê ji madenê re vekirin. Hawirdorparêz Haydar Çetînkaya got dixwazin Dêrsimê vala bikin û dê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin

Çiyayên Mûnzûrê yên Dêrsimê ji qada madenê re vekirin û ev der wek qada madenê hat ragihandin. Xwezaya xweşik û ku mirov jê têr nabe ya Dêrsimê bi projeyên wek bendav û madenê talan dikin. Hawirdorparêz Haydar Çetînkaya talankirina xwezaya li Dêrsimê nirxand.

Çetînkaya da zanîn ku li gelek deverên Tirkiyeyê talankirina xwezayê didome û wiha got: “Herî zêde li Dêrsimê xweza tê talankirin. Dewlet ji bo maden û enerjiye hemû qanûnan hêsan dike û bi rehetî van yasayan diguherîne. Civak xwedî li xwezaya xwe derdikeve û bertek nîşanî talanê dide. Lê dewlet bi tundî êrîşî civakê dike.”

dersim-3.jpg

‘Talankirina mezin li Heskîf û Dêrsimê ye’

Çetînkaya destnîşan kir ku ji bo talankirina xwezayê hiqûq û qanûn tên binpêkirin û domand: “Talankirin û hilweşandina herî mezin a çandî, xwezayî û dîrokî li Heskîf, Perî û Mûnzûrê pêk tê. Tenê ne li van deran, li gelek cihên girîng ên din jî pêk tê. Li çar hawîrdorên Tirkiyeyê xwezayê dipelêxin û wêran dikin. Dema mirov li nexweşeya talankirinê dinêre heta niha 550 bendav temam bûne. Talankirin qat û qat zêde bûye. Xwezaya li Tirkiyeyê kirine qurbanên 550 bendavan.”

Bi dehan proje xistine meriyetê

Çetînkaya anî ziman ku di 10 salên dawî de xwezaya Dêrsimê serûbin ango talan kirine û bi dehan proje li herêma Dersimê xitine meriyetê û gelek ji wan temam bûne. Çetînkaya got li gelek deveran madena kromê bêkontrol derdixin. Çetînkaya diyar kir ku ji ber kanên xîzê û mermer ên li Dersimê talankirin gihîştiye astek bi xeter û xof.

Dê 30 gund û mezre bên tunekirin

Çetînkaya anî ziman ku projeyên madena zêr û madenên din wê encamên talûke derxin holê û gelek şirket bi salane ji bo madenê xwezayê talan dikin. Çetînkaya da zanîn ku heta niha ji bo gundê Topuzlu yê Pulurê, gundê Karayonca yê Pulurê, gundê Karaoglan yê Pulurê, dîsa gundê Topuzlu yê Pulurê û gundê Geyîksuyu yê Dêrsimê destûra rûhsatan hatiye danîn û dê li van herêman 30 gund û mezre ji nexşeya Dêrsimê bên paqijkirin.

‘Werin em li dijî jehrîkirina Dêrsimê derkevin’

Çetînkaya diyar kir li çar hawîrdorên Dêrsimê ji bo madenê xwezayê û erdnîgariya pîroz bikin qurban û wê ev maden Dêrsimê tune bike. Çetînkaya got ji bo van cihê madenê yên li Dêrsim û navçeyên wê jî destûr hatiye dayîn û Çiyayên Mûnzûrê pêşkêşî rantê dikin. Çetînkaya destnîşan kir ku rantxwir û desthilatdarî dixwazin bi van projeyan Dêrsimê jehrî bikin. Çetînkaya li dijî talankirina Dêrsimê bang li raya giştî û civakê kir û xwest her kes dest bide destê hev û bi hev re li dijî talankirina Dêrsimê derkevin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin