Li Dêrsîmê cenazê 3 gerîllayên PKKê hatin dîtin

Li Dêrsîmê cenazê 3 gerîllayên PKKê hatin dîtin

Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ragihand ku hejmara gerîlayên PKKê yên di operasyona 31ê Gulanê ku li navçeya Pulur a Dêrsima Bakurê Kurdistanê de hatibû encamdan, canê xwe ji dest dane, ligel 3 cenazeyên îro hatine dîtin gihîşt 6 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Navxwe ya Tirkîyê bi daxuyanîyekê bi bîr xist ku artêşa Tirkîyê di 31ê Gulanê de li deverên navçeya Pulur a Dêrsimê li hemberî gerîlayên PKKê operasyoneke bi piştevanîya hezên asmanî ya berfireh dabûn destpêkirin.

Di daxuyanîya xwe de Wezareta Navxwe ya Tirkîyê dibêje di wê operasyonê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn, di çarçoveya operasyonên berdewam dikin de îro cenazeyê 3 gerîlayên din ên PKKê hatin dîtin.

Li gor daxuyanîyê di heman demê de ligel 2 çekan hejmareke kelûpelên bo teqemenîyan jî hatine dîtin.

Derbarê vê yekê de heta niha ji alîyê PKKê ve ti daxuyanîyek nehatîye belavkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin