Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin

Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin

.

A+A-

Walîtiya Dersimê ragihand ku mehek din jî li dar xistina çalakî û şahiyan bi hêceta "pandemiyê" hatiye qedexekirin. 

Li Dersimê qedexekirina çalak û şahiyan berdewam dike. Walîtiya Dersimê ragihand ku ji ber "Kovîd-19) li seranserî bajêr bo dema 30 rojan her cûre daxuyaniya çapemeniyê, civîn û meşên xwe pêşandanê, mitîng, civînên li derve, çalakiyên protestoyî, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vekirina stantan, kampanya îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, konferans û çalakî û şahiyên bi vî rengî hatine qedexekirin. Qedexeyê îro dest pê kir û heta 30 rojan wê bidome. 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin