Li Dêrsimê 29 herêm heta dawiya salê hatin qedexekirin   

Li Dêrsimê 29 herêm heta dawiya salê hatin qedexekirin  

.

A+A-

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 29 herêm heta dawiya salê wek “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” hatin îlankirin.

Parêzgeha Dêrsimê li navenda bajêr û navçeyên wê 29 dever di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de heta dawiya sala 2021an bi hinceta “di çarçoveya têkoşîna terorê de”operasyonên tên kirin ji çûn û hatinê re qedexe kir.

Li gor daxuyaniya parêzgeha Dêrsimê biryara qedexe ji bo parastina can û malên welatiyan û berdewamiya aramiya herêmê wek tedbîr di çarçoveya yasayan de hatiye dayîn.

Li herêma Bali, zozanên Çagrili, herêma Baylik, Karemeşe,  Kurutlu, herêma Kutu, girên Tapan û Verguzerê yên ser bi navenda Dêrsim, herêma Aligeçicî, Newala Maden, Girê Mahmut Kopu,Çiyayên Mercan, Çiyayê Sincik, Zozanên Golen, herêmên Karadere, Aslica, Balkayalar, Gayretbaba, Yarpuzlu, taxên Egercî, Eroglu, Doganca yên ser bi navçeya Pulur, herêma Dokuzkayalar û Tavuklu yên ser bi navçeya Qislê û Daristan Kinzir, Newala Kiran, herêmên  Pulumurê Kizilmescit, Altinhuseyin ên ser bi navçeya Xozatê wek herêmên taybet ên ewlekariyê hatine ragihandin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn li deverên wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin û çûn û hatina xelkê sivîl bo wan cihan hatiye qedexekirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin