Li Dêrsim polîsan çalakiya dijî nêçîrvanên biyanî asteng kir

Li Dêrsim polîsan çalakiya dijî nêçîrvanên biyanî asteng kir

.

A+A-

 Li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, hejmareke welatiyan xwestin ku nêçîrvanên ji welatên din çûne Dêrsimê û ajelan dikujin protesto bikin, lê polîsan rê neda çalakiya wan.

Li parêzgeha Dersîmê grupek welatî ku bi armanca protestokirina nêçîrvanan xwestin heta  pêşiya mala Mamosteyan bimeşin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengîkirin.

Li gor agahiyan nêçîrvanên ku ji Îspanya çûne Dersîmê li Mala Mamosteyan dimînin û ji ber vê yekê jî grupê xwestiye çalakiya xwe li wê derê saz bike.

Welatiyên ku kom bûn pankarta “Bila nêçîrvanî bê qedexekirin” vekirin û dema  xwestin nerazîbûna xwe  bi daxuyaniyekê bînin ziman, polîsan midexaleya wan kir. Komê bi dirûşmeyên “Nêçîrvanên Kujêr ji Dersîmê bi qewitin”, “Em li Dersîmê nêçîrvaniyê naxwazin” astengkirina polîsan jî protesto kirin û piştre belav bûn.

Welatiyekê got: “Em niha bixwe belav dibin. Lê em neçarin bo vê kuştina ajelan ku di bin navê werzîşê an jî ji bo keyfê tê kirin, bêjin bes e. Armanca me ya kombûnê jî ev e ku em nerazîbûna xwe bo wan kesên ku ji derve, bo nêçîrê hatine bajarê me pêşan bidin.”

Nêçîrvanên ji derveyî Dêrsîmê çûne bajêr li bejahiya gundên Sorek, Koterîç û Dirban li Geliyê În ser bi navçeya Mazgêrdê, nêçîra ajelan dikin.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû, “Li Dêrsîmê demsala kuştinan dest pê dike. Komeke nêçîrvanan ku çavê wan sor bûye hatine Dêrsimê. Demildest axa me bicî bihêlin. Dest navêjin jiyana jiyandarên ku ji ber dagîrkirina mirovan qadên wan ên jiyanê teng bûne. Em biryara kuştina ajelên bêtawan (mehsûm) red dikin. Ev ajelên nifşê wan namîne, ne milkê bavên we ne. Her ku dile we bixwaze hûn nikarin bi îhaleyan wan bikujin, nêçîrvanî ne werzîş e, kuştine.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin