Li derdora Eyn Îsa şer di navbera şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket.

 Li derdora Eyn Îsa şer di navbera şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket.

.

A+A-

Li derdora bajarokê Eyn Îsa şeva borî, şer û pevçûn di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derketin.

Çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê hewl dan ku derbasî herdu gundên Mişêrfe û Cehbel bibin.

Hêzên HSDê rûbirûyê êrîşên grûpên çekdar bûne û rê li pêş derbasbûna wan bo nav herdu gundên navborî girtine.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şer û pevçûn herî dijwar li nêzîk gundê Mişêrfe li rojhilatê Eyn Îsa derketine.

Tevî ku grûpên çekdar ragihandibûn ku wan herdu gundên Mişêrfe û Cehbel kontrol kirine, lê heta niha şer û pevçûn li ser herdu gundan derdikevin.

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, wê demê ev tê wê wateyê ku rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qut dibe.

Bajarokê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Li wan navçeyan jî şer di navbera hêzên Tirkiyê û HSDê de derketiye. Di wan topbaranan de Tirkiyê û grûpên çekdar rojane êrîşî gundên derdora Eyn Îsa, dikin weke mînak: Gundên Mielek, Kampa Eyn Îsa û hemû gundên nêzîkî rêya M4, topbaran dikin.

Niha bazarek li ser Eyn Îsa heye, Rûsya pêşniyar dike ku hêzên HSD 2 kîlometreyan ji Eyn Îsa vekişin, rêveberiyên wî bajarî weke xwe bimînin.

Grûpên çekdar ên alîgirên Tirkiyê jî 4 kîlometreyan ji rêya M-4 vekişin. Lê Tirkiyê bi wê pêşniyarê razî nebû, danûstandin derbarê wê navçeyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin