Li Daqûqê di êrişeke çekdarî de pêşmergeyek şehîd bû

Li Daqûqê di êrişeke çekdarî de pêşmergeyek şehîd bû

Li gundekî ser bi navçeya Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê ve çend kesên nenas êrişî pêşmergeyekê kirin û di encam de ew pêşmerge şehîd bû.

A+A-

Li gundê Heftexarî yê ser bi navçeya Daqûq a Kerkûkê ve, demjimêr 9.30an pêşmerge Şêrko Mihemed ku ser bi Lîwa 16 ya hêzên pêşmerge bû, di encama êrişekê de şehîd bû.

Birayê şehîd, Şêrko Mihemed dibêje ew heta niha jî nizanin ku kî bûn êriş kirin û diyar dike ku 6 gule bi laşê birayê wî ketine û di encam de şehîd bûye.

Li gor zanyariyan bavê Şêrko Mihemed karmandê asayîşa PDKê ye û ew bi xwe jî di Lîwa 16 ya hêzên pêşmerge Li Çemçemal pêşmerge bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin