Li Danîmarkayê kelecana referandûma Kurdistanê

Li Danîmarkayê kelecana referandûma Kurdistanê

Komîteya piştgirîya Giştpirsî/referandûma serxwebûna Kurdistanê ya li Danîmarka çalakîyên cûr be cûr li dar dixin!

A+A-

Piştê biryara herêma Başûrê Kurdistanê ya li ser "Giştpirsî/Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê", Partîyên sîyasî yên Kurdistanî û Federesyona Komelên Kurdî li Danîmark jî, bihevre ji bo karûbarên referandûmê komîteyekî giştî avakirin. û ev komîte jî komîteyên kar yên; ragihandin, dîplomasî, semîner û festîvalê ava kir.

Her komîteyekî li gor erkê xwe dest bi karên xwe kirine. Li gor van karan:

Dê di 02.09.2017 de li bajarê Kopenhagin ya paytexta Danîmark festîvalekî were lidarxistinê.

Ji partî û şexsîyetên sîyasî yên danîmarkî û konsolentên welatan re name hatine şandinê.

Ji bo semîneran jî (ji bo kurdistanîyan): Îro 20.08.2017 de li bajarê Odense semînerekî hat li daxistinê.

Dê 26.08.2017 de li bajarê Olborg

Di 27.08.2017 de li Jyland,

Di 10.09.2017 de li Kopenhagin

Herwiha ku derfet hebe emê li bajarê Helsîngor û Malmo ya Siwêdê jî semîneran pêk bînin.

img-20170820-wa0017.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin