Li Danîmarkayê hilbijartinên parlamentoyê û livên kurdan!

Li Danîmarkayê hilbijartinên parlamentoyê û livên kurdan!

Li Danîmarkayê di 05.06.2019 de dê helbijartinên parlamentoyê were pêkhanînê. Kurdên li vî welatî niştecîh jî, ji bo jîyana xwe ya li Danîmarka û ji bo berjewendîyên welatê xwe Kurdistanê di livan de ne...

A+A-

Li Danîmarkayê di 05.06.2019 de dê helbijartinên parlamentoyê were pêkhanînê. Kurdên li vî welatî niştecîh jî, ji bo jîyana xwe ya li Danîmarka û ji bo berjewendîyên welatê xwe Kurdistanê di livan de ne..

Di nav namzetan de 2 (Serdal Benlî û Helîme Oguz) kurdên welatparêz jî namzet in.Gel û partî û rêxistinên Kurdistanî piştgirîya wan her du namzetan dikin. Û ji bo wan dixebitin.

halime3.jpgKOMKAR-Kopenhagen û ÎKD-Însîyatîfa Kurd li Danîmark bi vê pêwanê, roja îna çû yî (31.05.2019) li Kopenhagen civînek ji bo namzeta kurd Helime Oguz ya ji Partîya Sosyalîst a Gel-SF lidarxistin.

Kevneserokê SF’ê û kevnewezîrê derve ê Danîmark ku dostê gelê kurde Villy Søvndal jî, ji bo piştgirîya Helime Oguz, bi sedan kîlometre rê girtibû û hatibû beşdarî civînê bû. Kurdên ji hemû beşên Kurdistanê beşdarî civînê bûn û gelek pirsên di derbarê rewşa li Danîmark û pirsên li ser Kurdistanê li berbijêra Kurd Helime Oguz û Villy Søvndal kirin.

halime7-002.jpgCivîn ji alîyê Selma Akar (ÎKD) bi kurdî û Yilmaz Yildiz (KOMKAR) bi danîmarkî hat birêvebirin.
Namzetekî din yê kurd, Serdal Benli jî, ku ji eynî partîyê berbijêre, li wîr amade bû û axaftinek kurt kir.
Helime Oguz û Serdal Benli ji kurdên Anatolîya Navîn in û li herêmên cûda namzetîya xwe nîşan dane.

Li gor rapirsîyên hilbijartinê, partîya SF’ê ber bi pêş ve diçê. Heger wiha berdewam bikê, şensekî mezin heye ku her du namzetên kurd vê carê bikevin Parlamentoya Danîmark.
Civîna hilbijartinê serkeftî derbas bû.

Rûpela Nû  /Danîmarka
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin