Li Colemêrgê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin

Li Colemêrgê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin

Li Colemêrgê li 30 deveran weke navçeyên taybet ên ewlehiyê hatin destnîşankirin û qedexeya hatûçûnê li wan deveran hat ragihandin.

A+A-

Li gorî daxuyaniyeke parêzgariya Colemêrgê, bi merema encamdana operasyonên serbazî li dijî gerîlayên PKKê, ji bo dema 15 rojan li 30 deverên ser bi Colemêrgê ve, qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

 

Cihên qedexekirî bajarên Colemêrgê û çend deverên ser bi qezayên Çelê, Şemzînan û Geverê li xwe digire.

 

Parêzgariya Colemêrgê ew dever weke “deverên ewlehiya taybet” bi nav kirine û diyar kiriye, ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê dê di dema qedexeyê de operasyonan li dijî PKKê lidar bixin.

 

Herwiha parêzgariya Colemêrgê daye xuyakirin, ku ew biryar ji 4ê vê mehê ve destpê kiriye û heta 19ê mehê berdewam dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin