Li Colemêrgê qedexeya çalakî û xwepêşandanan

Li Colemêrgê qedexeya çalakî û xwepêşandanan

Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku bi dirêjahiya meha Tîrmehê, civînên çapemeniyê, kombûn, xwepêşandan û hemû çalakiyên wiha hatine qedexekirin.

A+A-

Di beyannameyekê de ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, zanyarî li ser qedexeya xwepêşandan û çalakiyan li parêzgehê hatine belavkirin.

 

Di beyannameyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku di çarçoveya yasaya rewşa awarte de ji 1ê Tîrmeha 2018ê heta 30ê Tîrmeha 2018ê li parêzgeha Colemêrgê ji xeynî civînên çapemeniyê û merasîman, şahî û çalakiyên ji aliyê saziyên fermî yên dewletê ve tên kirin, hemû corên çalakî û xwepêşandanan hatine qedexekirin.

 

Ev di demekê de ye, ku hikûmeta Tirkiyê piştî bidawîbûna hilbijartinan rakirina Rewşa Awarte gotûbêj dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin