Li Colemêrgê qedexe

Li Colemêrgê qedexe

Li 5 deverên li navend û navçeyên Colemêrgê qedexe hat ragihandin.

A+A-

Li 5 deverên li navend û navçeyên Colemêrgê qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li 5 heremên ku dikevin çarçova navenda bajêr û navçeyên Şemzînan, Çelê, Gever û bajarokê Rûbarok ên bi ser wê parêzgeha Bakûrê KUrdistanê ve,  bo heyama 15 rojan ew dever, ‘heremên taybet ên ewlekariyê’ hatine îlankirin û qedexeye ku welatî di wê heyama destnîşankirî de bêyî destûr bikevin wan deveran. Qedexe îşev saet 12.00an dest pê dike.


 

Di daxuyaniyê de sedema ragihandina qedexeyê li ser wan deveran jî weke hebûna hêzên PKKê hatiye nîşandan û hatiye gotin ku ji bo ‘parastina can û malê’ welatiyan hemû tedbîr hatine girtin.


 

Zanyariyên berfireh derbarê wan deverên ku hatine qedexekirin de li ser malpera fermî ya Parêzgariya Colemêrgê hatine belavkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin