Li Colemêrgê “Herêmên Ewlehiyê” hatin diyarkirin

Li Colemêrgê “Herêmên Ewlehiyê” hatin diyarkirin

Li Colemêrgê 5 cih ji bo 15 rojan weke “Heremên Ewlehiyê” hatine diyarkirin. Ketina van deran a bêdestûr wê qedexe be.

A+A-

Li Colemêrgê 5 cih ji bo 15 rojan weke “Heremên Ewlehiyê” hatine diyarkirin. Ketina van deran a bêdestûr wê qedexe be.

Walîtiya Colemêrgê biryar standiye ku 5 cihên cida weke “Herêmên Ewlehiyê” hatine diyarkirin. Li gorî vê biryarê, li Colemêrgê, Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê ketina van deran a bêdestûr ji bo 15 rojan wê qedexe be.

Walîtiyê di malpera xwe ya fermî de biryar weşandiye û gotiye ku “Li gorî Xala 32/A ya Qanûna Herêmên Ewle û Herêmên Qedexe yên Leşkerî a Hejmar 2565ê, 5 herêmên di nava sînorên Colemêrgê, Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê, 30.08.2019ê saet ji 00:00:01ê heta 13.09.2019ê saet 23:59:59ê weke “Herêmên Taybet ên Ewlehiyê” hatine diyarkirin û ketina bêdestûr a welatiyan hatiye qedexekirin.” 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin