Li Colemêrgê bazara cilên Kurdî germ e

Li Colemêrgê bazara cilên Kurdî germ e

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê daxwazeke zêde li ser cil û bergên Kurdî heye.

A+A-

Rûdaw

 

Bilal Taşçi piştî li Stenbolê fêrî pîşeya dirûtina cilan an terzîtiyê dibe, vedigere warê xwe û dikanekê vedike. Dema dibîne daxwaza li ser cil û bergên Kurdî zêde ye, dest bi dirûtina cilên Kurdî dike û di dikana xwe de derfeta kar bo 5 kesan çêdike.

 

Terzî Bilal Taşçi wiha behsa karê xwe dike: “Karê dirûtina cilan dikim. Cil û bergên nerîtî didirûn. Kiras û fîstanên xaniman çêdikin. Çendîn modelên me hene, Miradxanî, Pêşmerganî, modelên sade û modelên taybet bi ciwanan didirûn.”

 

Jin û mêrên Colemêrgê bi taybetî di şahî û helkeftan de cil û bergên Kurdî li xwe dikin. Xwesteka zêde ya li ser cilên Kurdî, bazara qumaşfiroş û terzîyên Colemêrgê geş kirîye.

 

Taşçi dide zanîn ku nêzîkî salekê ye xwesteka li ser cilên kevneşopî gelekî zêde bûye bi taybetî di nav ciwanan de û dibêje: “Ez dixwazim hemû xort cil û bergên herêmî li xwe bikin. Li Mêrdînê, Amed, Gever, herwiha ji derveyî welat jî daxwaz ji me tê kirin. Ji Almanya û Fransayê daxwaz hebû, me ji wan re şandin.”

 

Li navenda bajarê Colemêrgê û beşeke zêde ya bajarokên wê, kargehên çêkirina cil û bergên Kurdî hene û di çar demsalan de li ser karê xwe berdewam in. Bihayê her cilekî li gor qumaş tê guhertin, ji 200 lîreyan dest pê dike heta digihe 600 lîreyan.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin