Li Colemêrgê 30 dever hatin qedexekirin!

Li Colemêrgê 30 dever hatin qedexekirin!

Li bajarê Colemêrgê 30 dever bo 2 hefteyan wek deverên “herêmên taybet yên ewlekariyê” hatin ragehandin.

A+A-

Cîhên ku hatin qedexe kirin navenda bajarê Colemêrgê, navçeya Çelê, Şemzînan û Gever di nav de 30 dever hatin qedexe kirin. Parêzgeriya Colemêrgê deverên navborî ji roja 22ê tebaxê demjimêrên nîvê şevê heya 5ê Îlonê demjimêrên nîvê şevê weka deverên taybet ragehand.

Li gor beyanameya parêzgeha Colemêrgê, deverên navborî di navbera wan tarîxan de qedexe kir ku hemwelatî bê îzin neçin wan deveran.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin