Li çîyayên Kurdistanê 70 coreyên tirî hene

Li çîyayên Kurdistanê 70 coreyên tirî hene

Li Herêma Kurdistanê heta niha 135 coreyên cuda yên tirî hatine tomarkirin û ji wan 70 core bixwe li çîyayên Kurdistanê çêdibin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Çandinîya mêwa tirî, li Kurdistanê vedegere bo demên gelek ji mêj de. Li Kurdistanê hinek coreyên tirî bixwe li sirûştê hêşîn bûne. Li gor encamên lêkolînan li çîyayên Herêma Kurdistanê 70 coreyên tirî yên xwecihî hene.Li bajarê Silêmanîyê di van salên dawîyê de çandinîya mêwên tirî, di kerta bazirganîyê de girîngîyeke xwe hebûye.

Şêx Sidik Barawî ku karê wî yê sereke bazirganîya qumaş e, lê niha ew bi dîtina coreyên nû yên tirî tê naskirin. Şêx Sidik Barawî mêwên tirî yên li baxçeyê xwe çandine ji bilî bajarên Kurdistanê, bo welatên Ereban hinarde dike.

Karsaz Şêx Sidik Barawî ji Rûdawê re got: “Xeyala min a herî mezin dîtina coreyeke nû ya tirî bû û li Kurdistanê çandinîya tirîyê herî baş bû. Min dixwest tirîyên bi renk û tehma xwe ji yên Kurdistanê cudatir berhem bînim.”

Barawî ji bo xeyalên xwe pêk bîne, berî 11 salan erd ji xwe re dikire û piştre diçe Çînê û ji wê derê 25 coreyên cuda mêwên tirî tîne û li erdê xwe diçîne, lê ji wan tenê 8 core li gor ax û hewaya Kurdistanê digunceve û hêşîn dibin.

Kiloyek tirî 113 dolar e

Şêx Sidik coreyên tirî yên weke Bixur, Subiryar, Şîrî Mikyaç,  Mon Drup, Gul û Pencey Sihrawî tomar kirine.

Barawî dibêje: “Tirîyê min herî dawî Mon Drupe anîye ku li Kanada û Amerîkayê tê çandin. Navê wî tirîyê xweş û kevnare nîne. Li çînê kîloyek wî tirî 56 dolar e. Kîloyek tirîyê japonî Şîrî li Çînê 113 dolar e. Tehma wî gelek xweş e û behna gulan jê tê. Tirîyê Bixur jî gelek zû çêdibe û tehma wî gelek xweş e.”

Bi gotina Barawî rikeberîyeke mezin di navbera cotyaran de ji bo çandina coreyên nû yên mêwên tirî. Derbarê vê yekê de Barawî dibêje: “Min heta ku tirîyê Mon Drupê bidest xist gelek pere xerc kir. Min li ser navê Mon Drupê 5 caran mêw kirin, lê yek jî ew core derneket. Min piştre ji cotkarekî Çînî wergirt. Wî tenê 50 mêw bo çandinîyê dan min, çimkî nedixwest pêştir sala 2031ê ew core li cîhanê belav bibe.”

Birwa da zanîn ku ni welatên weke Urdin, Sûrîye, Îran, Erebistana Siûdîyê, Cezayîr û Ukraynayê daxwaza mêwan jê kirine, lê wî hêj mêw nefirotine van welatan û got: “Par min 1000 hezar mêw her yek bi 10 doalran firot cotkarên Kurdistanê. Min niha li Çînê erd kire girtîye û ez mêwan li wê derê diçînim.”

Rêveberîya Çandinîya Silêmanîyê li bajarê Silêmanîyê 37 coreyên mêwan diçînin û beşek ji wan xwecihî ne û beşek ji wan ji welatên Ewropayê û Amerîkayê hatine hinardekirin.

Berpirsê Yekîneya Pêşxistinê li Rêveberîya Çandinîya Silêmanîyê Zana Mihemed derbarê mêwên Barawî de got: “Piranîya mêwên di nav rêzê Şêx Sidik de coreyên herî baş ên Kurdistanê ne.”

Li Kurdistanê 135 coreyên tirî hatine tomarkirin

Li seranserê cîhanê heta niha 2000 coreyên tirî hatine tomarkirin, lê li Herêma Kurdistanê 135 core hatine tomarkirin. Li cîhanê tirîyê Ewropî û Amerîkî herî zêde tê naskirin.

Berpirsê Yekîneya lêkolînan li Rêveberîya Çandinîya Hewlêrê Azûz Ehmed ragihand ku bu hevkarîya pisporan û cotkaran 135 coreyên tirî tomarkirine û beşek ji wan tirîyê xwecihî ne û beşek ji wan ji welatên cuda hatine Kurdistanê.

Selwan Serdar Sake ku li navçeya Ankawa ya Hewlêrê ligel bavê xwe 21 sal e li ser 10 donîm erd mêwan diçînin, niha 54 coreyên cuda yên mêwan hene.

Bi gotina Selwan Serdar Sake ew salane 50-60 ton tirî berhem tîne û herwiha bi hezaran mêwên tirî jî difiroşe cotkaran.

Pispor Şebeq Hewezî jî dibêje: “Li çîyayên Kurdistanê ji berê ve 70 coreyên tirî hene. Lê ew core birine Ewropayê û bi navên nû li ser navê Ewropayê hatine tomarkirin.

Hewezî da zanîn ku axa Kurdistanê ji bo çandinîya mêwan gelek guncav e û got: “Divê cotkar werin perwerdekirin. Bi lêkolînan divê coreyên tirî yên Kurdistanê bêne pêşxistin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin