Li Çiyayê Bemoyê pevçûn

Li Çiyayê Bemoyê pevçûn

Rêveberiya bajarokê Bemo ragehand şeva borî li çiyayê Bemo ku dikeve bajarokê Bemo, şer û pevçûn di navbera grubek çekdar a nenas û hêzên ewlehiyê de pêkhatiye.

A+A-

Rêveberê bajarokê Bemo Adil Mela Saleh ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 22.01.2018ê piştî ku grubek çekdar a nenas li dervey sînorê îdareya bajarokê Bemo û li ser çiyayê Bemo hatin dîtin, rasterast hêzên asayîşa bajarokê Bemo çûn wê derê û şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û wê gruba çekdar de pêkhat. Piştre hêzên asayîşa Meydan û Derbendîxan û polîsê Germiyan û polîsê berevanî û beşa lezgîn a Derbendîxan hêz rêkirin cîhê bûyerê, ku çiya dorpêç bikin.’’

Herwaha got: ‘’Îro serê sibê careke din operasyon destpê kir û penageha çekdaran hat dîtin û di wê penagehê de torbeyek TNT, 17 guleyên RPG, 2 kalaşnîkof û gelek sindoqên fîşek û cante û erzaqê wan hatiye girtin.

Adil Mela Saleh amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Hêzên ewlehiyê ji şer bi selametî derketine, lê di nav wê penagehê de xwîn hatiye dîtin ku diyare kuştî û birîndarên wan hebûne.

Rêveberê Bemo got: ‘’Heta naha nayê zanîn ew grub ser bi kîjan rêxistinê ye û li gor zanyariyên berdest ew kesane hejmara wan nêzîk 10-12 kes bûne.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin