Li Çînê 60 milyon kes di karantînayê de ne

Li Çînê 60 milyon kes di karantînayê de ne

Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşîyê di roja dawîyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşîyê di roja dawîyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.

Li gor jimarên fermî ew vîrûs ketîye laşê 830 welatîyên Çînê. Tê texmînkirin ku ev vîrûs curreyekê nû yê vîrûsa Koronayê ye.

Bajarê ku cara pêşîyê  2019-nCoVê lê hatî dîtin bajarê Wuhanê ye. Birêvebirîya Çînê bajarê ku 11 milyon kes lê dijî kirîye di karantînayê de. Yanî çûnûhatina bajarî hatîye sekinandin. Ji bilî Wuhanê li 9 bajarên dî jî biryara karantînayê hatîye dayin.

60 milyon kes li wan cihan dijîn ku lê karantîna hatîye îlankirin.

Gelek pîrozbahî û civîn hatine betalkirin.

Pîrozbahîyên serê sala nû yên Pekînê hatine betalkirin. (Sala nû ya Çînê)

Karnavaleka navneteweyî ya li Hong Kongê hatîye betalkirin.

Turnuvaya topa pêyan ya Hong Kongê hatîye betalkirin.

Pîrozbahîyên sersalê yên li Macauyê hatine betalkirin.

Çi bûbû?

Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşîyê di roja dawîyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.

Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.

Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê (WHO) amadekarîyên xwe dike ku hemî dinyayê ji ber vê vîrûsê hişyar bike.

Li gor nûçeyeka BBCyê, zanyarên ji Qiralîya Yekbûyî gotine jimara wan kesên ev vîrûs li laşê wan belav bûye herî kêm 1.700 kes in.

Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine. 

Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperîyalê ya li Londonê hatîye kirin. Sazîyê hikûmeta qiralîyê hişyar kirîye.

Bianet

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin