Li Çînê 17 kes bi 2019-nCoVê mirîne

Li Çînê 17 kes bi 2019-nCoVê mirîne

Wezareta Pîşesazî û Enformasyonê ya Çînê ji bo hilberîna berdevkan lijneyeka koordînasyona dema hewarê pêk anîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Wuhamê yê Çînê bi vîrûseka nenas 17 kes mirine. Li gor daxuyanîyên hikumeta Çînê, heta niho vîrûsa ku wek 2019-nCoVê hatîye binavkirin li laşê 571 kesên li Çînê belav bûye.

Wezareta Pîşesazî û Enformasyonê ya Çînê ji bo hilberîna berdevkan lijneyeka koordînasyona dema hewarê pêk anîye.

Lijneya Saxlemîyê ya Bajarî ya Wuhanê eşkere kirîye ku halê 95 kesan ne baş e û di asta xetera mirinê de ye.

Li gor nûçeyeka Ajansa Anadoluyê 5 hezar û 897 kesan temasî vîrûsê kirine. Ji wan kesan 4 hezar û 928 kes di bin çavdêrîyê de ne.

Çi bûbû?

Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Li gor daxuyanîya şeva dî hatî weşandin jimara wan kesên li Çînê vîrûs ketîye laşê wan bûye 291 duhî ev jimar wek 200 hatibû eşkerekirin.

Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.

Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê (WHO) amadekarîyên xwe dike ku hemî dinyayê ji ber vê vîrûsê hişyar bike.

Li gor nûçeyeka BBCyê, zanyarên ji Qiralîya Yekbûyî gotine jimara wan kesên ev vîrûs li laşê wan belav bûye herî kêm 1.700 kes in.

Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine. 

Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperîyalê ya li Londonê hatîye kirin. Sazîyê hikûmeta qiralîyê hişyar kirîye.

Karmendên li balafirgehan kesên ji Singapur, Hong Kong, Wuhanê diçin Qiralîya Yekbûyî kontrol dikin.

Prof. Neil Fergusonî gotîye ew di fikarê de ye ku nexweşî zêdetir belav bûbe. Wî dîyar kirîye:

“Ji Balafirgeha Wulanê 19 milyon kes diçin serefa hewayî. Her roj bi tenê 3 hezar û 400 ji wan diçin seferên navneteweyî..

“Lêkolîn nîşan didin ku çêdibe vîrûs li laşê 700 kesên belav bûbe.

Bianet

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin