Li cîhanê hejmara pêketiyên COV-19ê ji 8 milyonî derbas bûye

Li cîhanê hejmara pêketiyên COV-19ê ji 8 milyonî derbas bûye

Navenda şewba Covid-19ê êdî ne Ewropa lê Amerîkaya Latîn e. Metirsiya pêla duyem hiştiye ku Pakistan biryara karantînekirinê bide.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li seranserê cîhanê hejmara kesên ki bi Covid-19ê ango koronavirusê ketine bûye 8 milyon û 119 hezar û 575. Heta niha 439 hezar û 217 kes mirine.

Nexweşî cara pêşiyê di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de peyda bûbû û paşê li seranserê cîhanê belav bûbû.

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî heta niha test ji bo 2 milyon û 674 hezar û 203 kesan hatiye kirin. 179 hezar û 831 kes bi nexweşiyê ketine û 4 hezar û 825 kes mirine.

Li gorî daneyên heyî, navenda şewbê bûbû Ewropa ku şewb li Çînê dest pê kiribû û li tevahiya Asyayê belav bûbû.

Li gorî daneyên nû ku Zanîngeha Johns Hopkinsî aşkere kirine, navenda şewbê ji Ewropayê derbasî Amerîkaya Latîn bûye.

Li Brezilyayê hejmara pêketiyan 889 hezar e, li Perûyê 232 hezar û li Şîliyê jî 179 hezar.

Li Pakistanê derketina derve hatiye qedexekirin

Piştî li Pakistanê wezîran hişyarî dane û gotine heta dawiya Tîrmehê dibe hejmara nexweşan bibe milyon û 200 hezar, li welêt wê li gorî herêman qedexeya derketina derve were qedexekirin.

Brezilya

Brezilya li cîhanê duyem welat e ku şewbê bandoreke mezin lê kiriye. Di 24 saetên dawiyê de 612 kes mirine.

Piştî Sao Pauloyê bajarê herî zêde bandor lê bûye Rio de Janeiro ye ku heta niha 7 hezar û 672 kes mirine. Heta niha nexweşî li 79 hezar û 572 kesan peyda bûye.

Kolombiya

Li Kolombiyayê hejmara miriyan gihîştiye hezar û 726an.

Li welêt sê mehan derketina derve hatibû qedexekirin. Piştî bi sê mehan li Bogotayê pêvajoya asayîbûnê dest pê kiriye û navendên kirîn û firotinê li gorî mesafeya civakî hatine vekirin.

Sînorê di navbera Almanya û Fransayê de vebûye

Almanya kontrolên li ser sînor ên ji ber şewbê dabû destpêkirin, bidawî kiriye. Li gorî vê encamê sînorê di navbera Almanya û Fransayê de vebûye.

Li bajarokê Kehlê yê nêzîkî Strasbûrgê ye û bi eyaleta Baden-Wurttembergê ve girêdayî ye gelek kes çûne ser sînorî ji bo çûnû hatinê.

Li Îtalya salonên sinema û şanoyan vebûne

Li Îspanyayê hejmara nexweşan gihîştiye 291 hezar û 189an. Di 24 saetên dawiyê de kes nemiriye. Heta niha 27 hezar û 136 kes mirine.

Li Îtalyayê heta niha 34 hezar û 371 kes mirine. Heta niha 237 hezar û 290 kes bi nexweşiyê ketine. 177 hezar û 10 kes jî baş bûne. Ji îro û pê de wê salonên sinema û şanoyan û her weha navendên çandan vebin.

* Li Fransayê hejmara miriyan bûye 29 hezar û 436. 157 hezar û 372 kes bi nexweşiyê ketine û heta niha 72 hezar û 859 kes baş bûne.

* Li Belçîkayê sînorê di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê, welatên Schengenê û Ingilîstanê hatiye vekirin. 12 welatên Ewropayê diyar kiribûn ku ew ê sînorên xwe ji welatiyên Belçîkayê re venekin. Li gorî rêjeya serjimarê welatê ku herî zêde bandor lê bûye Belçîka ye.

* Li Pekînê, paytexta Çînê div an rojên dawiyê de hejmara nexweşan zêde bûye û ji ber wê ye ku li pazaran û derdora wan biryarên kerentînekirinê hatiye standin. Li tevahiya welatan tedbîrên kontrolkirina ji bo şewbê dîsa destpê kirine.

* Li Îranê hezar kesên ku baş bûne ji bo bexşandina îmmun plazmayê serlêdan kirine.

* Li Zelandaya Nû di 24 saetên dawiyê de kes bi nexweşiyê neketine.

* Li Ozbekistanê piştî biryara sistkirina tedbîran geştên asmanî yên ji bo derveyî welêt dîsa destpê kirine.

* Li Cakartayê, paytexta Endonezyayê li gorî biryara asayîbûnê navendên kirîn û firotinê îro hatine vekirin.

* Li Awistralyayê li gorî biryara asayîbûnê destûr hatiye dayîn ku li cihên qerebalix zêdetirî 100 kes li bal hev bimînin.

* Li Taylandê qedexeya derketina derve piştî du mehan hatiye rakirin.

* Li Moldovayê piştî ku tedbîr hatine sistkirin, geştên asmanî destpê kirine. Restoran û cafe vebûne. Lê kesên 63 salî û temenê wan berjortir wê nikaribin derkevin derve.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin