Li cîhanê hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine ji 81 mîlyon û 145 hezarî derbas bûye

Li cîhanê hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine ji 81 mîlyon û 145 hezarî derbas bûye

.

A+A-

Li cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) ketine ji 81 milyon û 145 hezarî derbas bûye

Li gorî malpera"Worldometer"ê ku daneyên derbarê Covîd-19ê de berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 81 mîlyon û 145 hezar û 397 kes bi Covîd-19ê ketine û milyon û 771 hezar û 982 kes jî pê mirine.

Her weha 57 milyon û 294 hezar û 192 kes jî baş bûne.

Li tevahiya dinyayê 6 milyon û 550 hezar û 365 kes hê nexweş in û tên dermankirin. 

Hejmara nexweşan herî zêde li DYAyê ye

Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara pêketiyan derketiye 19 mîlyon û 573 hezar û 847an. 341 hezar û 138 kes jî mirine.

Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan ji mîlyonekî hezarî zêdetir e wiha hatine rêzkirin:

"Hindistan (10 milyon û 208 hezar û 725), Brezîlya (7 milyon û 484 hezar û 285), Rûsya (3 milyon û 50 hezar û 248), Fransa (2 milyon û 559 hezar û 686), Îngiltere (2 milyon û 288 hezar û 345), Tirkiye (2 milyon û 147 hezar û 578), Îtalya (2 milyon û 47 hezar û 696), Îspanya (milyonek û 869 hezar û 610), Almanya (milyonek 655 hezar û 322), Kolombiya (milyonek û 594 hezar û 497), Arjantîn (milyonek û 583 hezar û 297), Meksîka (milyonek û 383 hezar û 434), Polonya (milyonek û 257 hezar û 799), Îran (milyonek û 200 hezar û 465), Ukrayna (milyonek û 25 hezar û 989) û Peru (milyonek û 7 hezar û 657)."

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:

"Brezîlya (191 hezar û 146), Hindistan (147 hezar û 940), Meksîka (122 hezar û 426), Îtalya (71 hezar û 925), Îngiltere (70 hezar û 752), Fransa (62 hezar û 746), Rûsya (54 hezar û 778), Îran (54 hezar û 693), Îspanya (49 hezar û 824), Arjantîn (42 hezar û 650), Kolombiya (42 hezar û 171), Peru (37 hezar û 474), Almanya (30 hezar û 502), Polonya (27 hezar û 118), Afrîkaya Başûr (26 hezar û 735), Endonezya (21 hezar û 237), Tirkiye (19 hezar û 878), Belçîka (19 hezar û 200), Ukrayna (17 hezar û 774), Şîlî (16 hezar û 443), Romanya (15 hezar û 230), Kanada (14 hezar û 963), Ekvador (13 hezar û 992), Iraq (12 hezar û 780), Çekya (11 hezar û 44) û Hollanda (10 hezar û 998).

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin