Li Çewligê di teqînekê de 6 polîs mirin

Li Çewligê di teqînekê de 6 polîs mirin

Li gor waliyê Çewlîgê bûyer di encama teqîna otomobîleke bombekirî de qewimiye.

A+A-

Di 1ê tebaxê de li bajarê Çewlîgê (Bingol) li Kurdistana Bakûr, di encama teqînekê de herî kêm 6 polîsên Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.

15 km dûrê bajarê Çewlîgê, dema panzêra polîsên taybet derbas bûye, teqînek qewimîye. Li gor waliyê Çewlîgê bûyer di encama teqîna otomobîleke bombekirî de qewimiye.

Di bûyerê de herî kêm 6 polîs hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne ku ji wan 2 polîs rewşa wan giran in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin