Li Brîtanyayê karkirina 4 roj di heftiyekê de tê ceribandin

Li Brîtanyayê karkirina 4 roj di heftiyekê de tê ceribandin

.

A+A-

 Li Brîtaniya karmend û karker heftane 36 saetan dixebitin. Di van du salên dawî de ku li Brîtanyayê fikra kêmkirina rojên kar zêde bûne, 120 kompaniyan amadebûna xwe nîşan dan ku rojên xwe yên xebatê daxin 4 rojan. 67 kargehên li Brîtanyayê ji bo kêmkirina karê karmendên xwe bo 4 rojan di nava tecrûbeyan de ne.

67 kargehên li Brîtanyayê destnîşankirine wek test demê karkirina karmendên xwe, di heftiyekê de bo 4 rojan kêm bikin. Kargeha Prêşer  Drop yek ji wan kargehan e.

Luys Blum Feld, karkerê kargeha Preşer Drop e li bakurê Londonê ku taybet e bi berhemanîna bîrayê. Luys li bendê ye ev meh bi dawî bibe û ji meha bê û şûnde rojekî kêm kar bike.

Karker Luys Blum Feld dibêje: “Reng e hinek caran neçar bin bo demekî dirêjtir kar bikin, lê ev zêdetir di rojên destpêkê de çêdibe û piştre em xwe ligel diguncînin. Bo wê armancê jî divê ez karên xwe yên rojane bileztir bikim.”

Ew kompanyayên ku di vê planê beşdar in ti guherînkariyekê di mûçeyên karkerên xwe de nakin û hewl didin kar bi aweyekî bikin dahata kompanyayên wan kêm nebe. Armancên wan ên mezintir jî hene.

Damezrînerê Kompanyya Preşer Drop Sam Smîs got: “Em dixwazin kargeha xwe bikin cihekî baştir bo karkirinê. Herwiha em dixwazin bibin beşek ji wê guherînkariya civakî ku nêzîke pêk bê. Bi vê rêyê em dixwazin alîkariya jîngehê bikin. Em dixwazin ji aliyê derûnî ve baştir bijîn û bav ûm dayikek baştir bin.”

Ji bilî Brîtanyayê, plana 4 roj karkirinê di yek hefteyê de, hemwext li Îzlanda, Îspanya, Kanada û Amerîka jî tê ceribandin.

Armanca sereke ew e ku kompanya ji başî û xirabiya karkirina 4 roj di yek heftiyê de fam bikin.

Derbarê mijarê de Aborînas Conasan Boys jî got: “Pirsa sereke ew e, gelo berhemanîn zêde dibe eger em roje kêmtir kar bikin? Gelo dibe qerebûya karnekirina 1 roj bê qerebûkirin? Bi nêrîna min ev xala sereke ye. Eger ev yek bibe ev karekî newaze ye. Lê eger nebe bi rastî em nikarin li ser vê yekê berdewam bin.”

Karmend û karkerên li Brîtanyayê di yek heftiyê de 36 demjimêr û nîv kar dikin, ev jî berhevdana wê bi welatekî Ewropa yê wek Yunanistanê kêmtir e, ku karmendên û karkerên wê 40 demjimêran kar dikin.

Di 2 salên derbasbûyî de ku hizra kêmkirina rojên karkirinê li Brîtanyayê serîhildaye 120 kompanyayan ji bo kêmkirina rojên karkirinê bo 4 rojan amadehiya xwe derbirîne. 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin