Li biryargeha leşkerî ya li Rihayê teqîn!

Li biryargeha leşkerî ya li Rihayê teqîn!

Li fermandarîya leşkerî ya li Rihayê teqînên bihêz rû dan. Parêzgarîya wî bajarê Bakurê Kurdistanê aşkere kir ku di encama wan teqînan de 14 serbaz birîndar bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Doh bi şev derdora demjimêr 22.30an li fewca 20 a artêşa Tirkîyê ya li Rihaya Bakurê Kurdistanê, teqînên bihêz rû dan.

Parêzgarîya Rihayê jî bi daxuyanîyekê aşkere kir ku li cebilxaneya li devera leşkerî ya wî bajarî 2 teqînan rû dane.

Di daxuyanîyêde hatîye gotin ku di encama wan teqînan de 14 serbaz birîndar bûne.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê jî derbarê bûyerê de daxuyanîyek belav kir û ragihand ku di depoya çekên sivik de li fewca 20 a li bajarê Rihayê ji ber sedemeke ne dîyar rû daye.

Herwiha di daxuyanîyê de hatîye gotin ku ew şewata ku di encama teqînê de rû daye hatîye kontrolkirin û hemû bergirîyên emnî li wê deverê hatine girtin.

Herwiha hatîye aşkerekirin ku li ser teqînê lêpirsîn hatîye destpêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin