Li Bexdayê teqîn

Li Bexdayê teqîn

Li Bexdaya paytexta Iraqê teqîneke bihêz rû da ku li gor zanyarîyên destpêkê di encama wê teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand doh bi şev li nêzî qada Tehrîr a li wî bajarî, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku li gor zanyarîyên destpêkê di encama teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîdar bûne.

Ji alîyê dezgehên emnî yên Iraqê ve heta niha derbarê wê teqînê de zanyarîyek nehatîye belavkirin.

Doh di saetên êvarî de li bajarê Zîkar jî wesayîteke bombebarkirî di nav xwepêşanderan de hatibû teqandin.

Ev teqîn di demekê de ne ku xwepêşandanên li Bexda û bajarên din ên Iraqê berdewam dikin. Xelkê ku beşdarî wan xwepêşandanan bûye daxwaza nehiştina gendelîyê, peydakirina derfetên kar û dabînkirina xizmetgûzarîyan dikin.

Di wan xwepêşandanan de ku 1ê Cotmehê dest pê kiribûn alozî û tundûtûjî jî rû dide û heta 319 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 15 hezar kesan jî birîndar bûne.

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin