Li Bexdayê rewşa awarte ya ewlehiyê hat ragihandin  

Li Bexdayê rewşa awarte ya ewlehiyê hat ragihandin  

.

A+A-

Bi sedema gefên komên çekdar ên li hember Serokwezîrê Iraqê, rewşa awarte ya ewlehiyê li Bexdayê hat ragihandin. Milîsên li dijî Mistefa Kazimî, qebûl nakin serê xwe li ber biryarên wî bitewînin. Komên çekdar bi eşkere, bi wesayîtên bê plaka digerin û kengî bixwazin, xwepêşandanên serbazî dikin.

Welatiyên Bexdayê ji ber rewşa niha derketiye holê, nîgeran in û ditirsin şer û pevçûn di navbera komên milîs û hêzên Hikûmetê de çêbibe.

Li Bexdayê, komên çekdar bi tevahî bûne desthilat û bêyî guhdarîkirina daxwazên Serokwezîrê Iraqê, rexne bêtir li ser Hikûmetê ye ku nikarîbû hêzên çekdar di bin fermana xwe de bihêle.

Bi nêzîkbûna salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis, aliyên Şîe bo bîranîna wan, gelek wêneyên wan li kolanên Bexdayê daliqandine, ev jî rewş aloztir kiriye. Ji ber ku nayê zanîn, wê çend rojên din aramî were Iraqê.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin