Li Bexda Welatiyekî Amerîkî hat kuştin

Li Bexda Welatiyekî Amerîkî hat kuştin

.

A+A-

Jêderekî ewlehiyê ragihand, li Bexdayê welatiyekî Amerîkî ku li rêxistineke hawarçûnê kar dikir, hat kuştin.

7ê Mijdara 2022yan, jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, welatiyekî Amerîkî yê bi navê Steven Troll ku 45 salî ye, li taxa Kerade ya bajarê Bexdayê hatiye kuştin.

Heman jêder eşkere kir, termê welatiyê Amerîkî bo nexweşxaneyê hatiye gihandin û li gor raporta bijîşkî, di encama teqelêkirinê de hatiye kuştin.

Herwiha diyar kir ku welatiyê Amerîkî li rêxistineke hawarçûnê ya li Iraqê kar dikir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin