Li Besrayê xwepêşandan cardin vejiya

Li Besrayê xwepêşandan cardin vejiya

Protestoyên xelkê parêzgeha Basrayê yê Iraqê ku 8ê Tîrmeha 2018an li dijî bêkarî, xîzanî û nebuna xizmetguzariyê dest pê kiribûn, ji nû ve zindî bûn.

A+A-

Hat ragihand, xwepêşanderan şeva borî bi ser otela Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên û şanda ligel wî de girtine ku ji bo pirsgirêkên Basrayê gotûbêj bikin li wir bûn.

Hat zanîn gelek ji xwepêşanderan êlekên zer û pirteqalî li xwe kiribûn ku di protestoyên Fransayê de jî xwepêşander wan li xwe dikin.

Li gor zanyariyan di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de alozî derketiye û ziyana madî çêbûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin